Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re hevtêgihîstinek îmze kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Dubayê di çarçoveya perawîza Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de, bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Nûneran a Îmaratê Mihemed Qerqawî re, hevtêgihîştinek îmze kir.
Li gor zanyariyan, hevtêgihîştina di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat de, ji bo sûdwergirtin ji teknologî, şiyan û ezmûna Îmaratê ye.
Hat zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem a Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de, çend çalakiyan encam dide û beşdarî paneleke bi navê “Pêşeroja Enerjiyê û Qonaxên Piştî Neftê” dibe.
Herwiha biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Enerjiyê ya Siûdiyê Mîr Ebdulezîz Al Selman Al Siûd û Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl El Mazrouei re beşdarî panelekê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin