Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro serdana Îmaratê dike

25 January 2022 10:29 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro serdana Îmaratê dike

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25/1/2022an, serdana Mîrnişîna Erebî (Îmarata Erebî) dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de, bi Cihnişînê Ebû Dhabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan û Wezîrê Derve Şêx Ebdulla Bin Zayid Al Nehiyan û berpirsên pilebilind ên Îmaratê re dicive.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinên bi berpirsên bilind ên Îmaratê de, guftûgoyan derbarê guhertin û pêşhatên Iraq û navçeyê, derfetên pêşvebirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re û bihêzkirina hevahengî û hevkariyên di warên cuda de dike.