Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana cotkarekî nimûneyî yê Duhokê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Duhokê serdana cotkarekî nimûneyî yê Duhokê Mihemed Selîm Berbiharî kir û peyamek di derbarê vê serdanê de belav kir.
Li gor zanyariyan Mihemed Selîm Berbiharî cotkarekî nimûneyî yê Duhokê ye û beriya çend rojan ji Serok Barzanî daxwaz kiribû ku alîkariya zêdetir bidin cotkaran.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê diyar kir û got: “Min îro serdana cotkarê birêz Mihemed Selîm Berbiharî yê li gundê Berbiharê yê li parêzgeha Duhokê kir, ku yek ji cotkarên nimûneyî yên deverê ye û beriya du rojan ji cenabê Serok Barzanî daxwaz kiribû ku alîkariya zêdetir ji bo cotkaran were kirin.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Piştî ku me ji nêz ve serdana rez û bax û berhemên wî kir û me guh da nêrîn û têbînî û pêşniyarên wî, me tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide sektora çandinî û berhemên navxweyî û bi her awayî piştevaniya cotkarên Kurdistanê dike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ew li ser dîtina bazara derve ji bo berhemên navxwe yên Kurdistanê xebitîne û pêngavên pratîk li ser vê mijarê avêtine ku niha patat û çend berhemên din dişînin derve û di demeke nêz de jî hinar wê hinardeyî derve were kirin.
Mesrûr Barzanî herî dawî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bingeheke bihêz a pîşesaziya çandiniyê li Herêma Kurdistanê ava bike ji bo geşkirina sektora çandiniyê û parastina berhemên navxweyî û zêdetir pêkanîna derfetên kar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin