Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Îmarata Erebî kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana Îmarata Erebî kir û di çarçoveya wê serdanê de, bi rayedarên payebilind ên Îmaratê re bicive û beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê bibe.
Mesrûr Barzanî li Îmaratê beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê dibe, ku rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey wê were lidarxistin û çendîn rayedar û şarezayên warê enerjiyê beşdar dibin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî yek ji axaftvanên sereke yê forumê ye.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, ku her sal bi beşdariya çendîn rayedar û kesayetên bi nav û deng ên cîhanê li bajarê Dubey birêve diçe. Îsal wê lûtke di rojên 29-30ê Adarê de were encamdan.
Biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî beşdarbûna Foruma Cîhanî ya Enerjiyê û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, ligel rayedarên payebilind ên Îmaratê jî bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin