Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi sandekê serdana Bexdayê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi şandekê serdana Bexdayê kir.
Li gor zanyariyan îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şandekê çû Bexdaya paytexta Iraqê û wê bi Serokê Hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî û berpirsên din yên Iraqê re bicive.
Herwiha hat zanîn ku armanca serdana Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê, dîtina çareyekê ji bo pirsgirêkên asêmayî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi taybet dosyeya neft û gaza Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin