Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo besdarî Davosê bibe ber bi Swîsreyê bi rê ket
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ji bo beşdarî Korbenda Aboriya Cîhanê Davosê bibe, ber bi Swîsreyê bi rê ket.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê beşdarî paneleke bi navnîşana (Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilatê Kurdistanê de) bibe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza korbendê de ku ji 22 ta 26ê Gulanê birêve diçe, wê çend civîn û hevdîtinan bi berpirsên pilebilind, xwedîkar, aborînasên herêm û cîhanê re pêk bîne.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînên xwe de, ji bilî guftûgokirina dawî guhertin û pêşhatên Iraq û herêmê, guftûgoyan derbarê hemcurkirina aborî û çavkaniyên dahatê, girîngiya pêşxistin û çaksaziya di sîstema bankî de, dîtina bazarên nû ji bo berhemên çandinî yên Kurdistanê, pêşxistina tevgera bazirganî û veberhênanê de dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin