Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Pêseroja welat di destê ciwanan de ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîmek mezûniyeta xwendekarên Zanîngeha Bijişkî ya Hewlêrê bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî dabeşkirina dîplomeyên li ser xwendekaran gotarek pêşkêş kir û spasiya mamosteyên zanîngehê, tevahiya mamosteyên Kurdistanê û aliyên têkildar kir û pîrozbayî jî pêşkêşî xwendekaran û kesûkarên wan kir.
Di berdewamiyê de Mesrûr Barzanî da zanîn, pêşeroja welat di destê ciwanan de ye û baweriyeke mezin jî bi ciwanên Kurdistanê heye.
Herwiha Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de qala rola bijîşkan kir û got, yek ji erkê sereke ya bijîşkî parastina selametî û canê mirovan e.
Herî dawî Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de destnîşan kir, Hikûmeta Kurdistanê jî vê di her warî de xizmeteke zêdetir pêşkêşî bijîşkan bike û yek ji erkên sereke yên hikûmetê jî reformên nava sîstema tendirustî ye û ji bo vê yekê jî çend gav hatine avêtin û gavên hikûmetê ji bo reforman di nava kerta tendirustî de berdewam dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin