Serokwezîrê Iraqê li ser sîstema leskeriya neçarî daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li ser sîstema leşkeriya neçarî daxuyaniyek bi zimanê Erebî, Kurdî û Îngîlîzî belav kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser twitterê diyar kir: ‘‘Di civîna roja 31.08.2021ê ya Encûmena Wezîrên Iraqê de, di destpêka roja destbikarbûnê de 3 sozên ku me dabûn gelê Iraqê me bicîh anîne.’’
Sozên ku hatibûn dayîn û di civînê de biryar li ser hatine dayîn ev in;
-Pejirandina xizmeta leşkeriya neçarî
Proje di bin navê ‘‘Xizmeta Ala’’ de hatiye pejirandin û dê ji Parlamentoyê re bê şandin ku bê pejirandin û li gor gotinên serokwezîrê Iraqê, ew proje ‘‘Dê nirxên niştimanperweriyê di nav kurên me de qahîm bike.’’
- Guftûgoya li ser projeya sandoqa newiyan
Ev projeyeke aborî ye ji bo parastina newiyên pêşerojê û kêmkirina pişt girêdana bi dahatên neftê ye.
-Rêveçûna hilbijartina pêşwext di dema hatî diyarkirin de.
Biryar e roja 10.10.2021ê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê li Kerkûk û hemû navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê birêve biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin