Li Iraqê leskeriya neçarî di rojevê de ye
PeyamaKurd – Lijneya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê, xwendina yekem ji bo projeyasaya “Xizmeta Ala” ya naveroka leşkeriya neçari yê, kir.
Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Ehmed Musewî diyar kir, lijneya wan xwendina yekem ji bo projeyasaya Xizmeta Ala kiriye. Ew projeyasa taybet li ser xizmeta neçarî ya leşkerî ye ji bo ciwanan û di wê projeyasayê de tê gotin: “Dema xizmeta leşkerî sal û nîv e û di wê demê de wê her leşkerek mehane 700 hezar dînar jî bistîne.’’
Herwiha Ehmed Musewî ji çapemeniya Iraqê re destnîşan kir: “Projeyasa ji bo rahênan û pêşxistina şiyanên ciwanan e û hewldaneke ji bo derfeta kar û komkirina hemû pêkhateyan di bin sîvana artêşa Iraqê de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin