Serokwezîrê Îsraîlê: Divê li hember Îranê hêza serbazî bê bikaranîn
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid da zanîn, eger Îran di berhemanîna çeka atomî de berdewam be, divê civaka navdewletî hêza serbazî bi kar bîne.
Li gor Yair Lapid di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de diyar kir: “Yekane rê ji bo rêgirtina li Îranê li hember berdewamkirina bernameya atomî ew e ku em gefa serbazî li şûna gotûbêjan bi kar bînin, tenê wê demê em dikarin rêkeftineke me ya bihêz ligel wan hebe.”
Lapid eşkere kir: “Divê ji bo îranê zelal bibe ku eger berdewam be di bernameya atomî de, cîhan wê li şûna axaftinê, bi hêza serbazî bersiva wan bide.”
Herwiha destnîşan kir: “Şiyana me ya pêwîst heye û em natirsin ku bi kar bînin. Her karek pêwîst be, em ê encam bidin, Îran nikare bibe xwedî çeka atomî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin