Serokwezîrê Îsraîlê: Pistî ser wê Xezze wek berpirsyariya Îsraîlê bêçekkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Divê piştî şer, Şerîda Xezzeyê bêyî destwerdana aliyên navneteweyî, di bin kontrola Îsraîlê de bêçekkirin."
Di civîna çapemeniyê ya ku piştî civîna kabîneya şer hat lidarxistin de Netanyahu diyar kir, artêşa Îsraîlê duyemîn bajarê herî mezin ê herêmê, li başûr Xan Yûnis û li bakurê navendî Cîbaliya dorpêç kiriye û îdia kir ku "cihekî ku nikaribin xwe bigihînin wan tune ye."
Netanyahu bi îdia kir ku Şerîda Xezzeyê careke din ji bo Îsraîlê ne xetere ye û rêveberiya Filistînê ya ku navenda wê Ramallah e ku ew bi piştgirîkirina terorê sûcdar dike, nikare Xezzeyê birêve bibe.
Netanyahu got, "Piştî şer wê Xezze bêçek bibe. Yekane hêza ku vê yekê bike artêşa Îsraîlê ye. Ti hêzeke navneteweyî nikare vê berpirsyariyê bigire ser xwe. Ez nikarim çavên xwe bigirim û vê qebûl bikim."
Netanyahu li ser 81 mehkûmên Îsraîlî û 24 biyaniyên ku di dema rawestana însanî û pevguhertina girtiyan de ku di navbera aliyan de li Şerîda Xezze ya dorpêçkirî li hev kiribûn serbest hatin berdan diyar kir ku wan 110 mehkûmî di encama xebatên dîplomatîk û "dagirkirina axê" de anîne.
Netanyahu, ji nifûsa 2,3 mîlyonî li 365 kîlometre çargoşe dijîn daxwaz kir, "xelkê li Şer3ida Xezzeyê ku 1,9 mîlyon Filistînî bi darê zorê ji cih û warên xwe bûn, birevin herêmên pevçûn lê tune."
Piştî nûçeya di çapemeniya Îsraîlê de hat belavkirin "Amerîka ji Tel Avîvê xwestiye di demeke kin de dawî li êrîşan bîne" Netanyahu got, "Hevalên li cîhanê yên ku dixwazin em şer zû bi dawî bikin, divê bizanibin ku rêya me ya bidawîkirina şer ew e ku em hêzek mezin li dijî Hamasê bikar bînin da ku wê hilweşînin."
Netanyahu ji Îbranî derbasî Îngilîzî bû û got, "Li gel me raweste. Bi Îsraîlê re, li gel şaristaniyê bisekinin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin