Serokwezîrê nû yê Iraqê bi fermî dest bi kar kir

28 October 2022 20:24 0 dîtin
Serokwezîrê nû yê Iraqê bi fermî dest bi kar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku kabîneya wî ji Parlamentoya Iraqê barwerî stand îro 29ê Cotmehê bi fermî dest bi kar kir.

Nivîsgeha Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sûdanî li Koşka Selam a paytext Bexdayê, bi merasîmeke fermî dest bi kar kiriye û posta serokwezîrtiyê ji Mistefa Kazimî wergirtiye.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Iraqê piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021an bi salekê, hat damezrandin ku 21 wezîrên kabîneyê jî ligel Sûdanî bawerî ji parlamentoyê wergirtin û dest bi kar kirin.

Mihemed Şiya Sûdanî 13ê Cotmehê ji aliyê Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ve ji bo avakirina hikûmetê hatibû peywirdarkirin.