Serwîsa karkeran wergeriya: Di encamê de 20 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, serwîsa karkeran wergeriya û di encamê de, 20 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, bûyer îro Duşemê 14ê Adara 2022yan, li ser rêya Riha-Dîlokê qewimî. Serwîsa karkeran a bi şofêrtiya Izzet Kiliç li ser rêya Riha-Dîlokê wergeriya û di encamê de, di destpêkê de 20 kes birîndar bûn û ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve ji bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.
Herwiha karkerên di nav serwîsê de, li kargeheke Navçeya Pîşesazî ya Rihayê kar dikirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin