Sêwimendê PDKê: Amerîka ji Iraqê vekise DAIS wê careke din serê xwe hilde

21 July 2021 09:59 0 dîtin
Sêwimendê PDKê: Amerîka ji Iraqê vekise DAIS wê careke din serê xwe hilde

PeyamaKurd – Şêwimendê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arif Ruşdî diyar kir, eger Amerîka bê bername ji Iraqê vekişe, DAIŞê dê careke din serê xwe hilde.

Şêwimendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî li ser birêveçûna gereke din a danûstandinên stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê de ji K24ê re daye zanîn: “Guftûgo derbarê rêkxistina pêwendiyên Iraq û Amerîka ji bo qonaxa piştî vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê tên kirin, lê belê bi nêrîna min, beşek ji hêzên Amerîka dê li Iraqê bimînin, ji ber ku hîn erkê wan bi dawî nebûye û pêwîstiya Iraqê jî bi hevkariyên Amerîka heye.”

Şêwimendê Polîtburoya PDKê destnîşan kiriye: “Hewl tên dayîn ku pêwendiyên Iraq û Amerîka ne tenê di warê leşkerî de be, lê belê divê ev pêwendî berfirehtir bibin û di hemû waran de bin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Biryara Encûmena Iraqê ya derketina hêzên Amerîka ji Iraqê, ne biryareke giştgîr e, Kurd û Sune ne razî ne û tenê Şîeyan deng li ser wê biryarê da, lê mana hêzên Amerîka li ser daxwaza hikûmetê ye. Me dît dema Amerîka vekişiya, DAIŞê piraniya Iraqê dagîr kir. Eger Amerîka bê bername ji Iraqê vekişe, DAIŞ dê careke din serê xwe hilde.”

Herî dawî Arif Ruşdî diyar kiriye: “Li derdora Herêma Kurdistanê, navçeyên Suneyan û Bexdayê jî, liv û tevgera DAIŞê zêde bûye. Herwiha DAIŞê berpirsatiya teqîna li navçeya Sedir a Bexdayê jî girte ser xwe. Hikûmeta Iraqê ne di wê astê de ye ku bi tena xwe bikaribe rûbirûyê DAIŞê bibe.”