Sêwirmendê Donald Trump îro serdana Tirkiyeyê dike
PeyamaKurd - Îro Zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Şêwirmendê Qesra Spî Jared Kushner serdana Tirkiyê dike û li gel Serokê wî welatî Receb Tayîb Erdogan dicive.
Kenala CNN Turk ragehand ku, tê çaverêkirin Zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Şêwirmendê Qesra Spî Jared Kushner bi serdaneke fermî bigehe Tirkiyê.
Ji aliyê xwe ve malpera Middle East Eye ku, navenda wê li Lendenê ye ragihand ku, Şêwirmendê Qesra Spî Jared Kushner dê li gel Serokê wî Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan bicive û pêwendiyên herdu welatan gotûbêj bike.
Li gor malperê babetên din jî weke kirîza Sûriyê dê di navbera Şêwirmendê Qesra Spî Jared Kushner û Erdogan de bêne qîse kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin