Bi sandekê re zavayê Donald Trump serdana Îsraîl û Fasê dike
PeyamaKurd – Bi şandekê re, zavayê Donald Trump ê şêwirmendê payebilind ê Qesra Spî Jared Kushner, serdana Îsraîl û Fasê dike.
Li gor zanyariyên ji Reutersê, armanca serdanê lihevkirina Îsraîl û Fasê ya hefteya borî ye.
Herwiha karbidestekî bilind yê Amerîka diyar kir, şandeya Îsraîlê dê bi şandeya Amerîkî re, ji Tel Avîvê derbasî Rabat ya Fasê bibe.
Karbidestên Îsraîl û Fasê, hefteya borî bi navbeynkariya Kushner ser normalkirina pêwendiyan li hev kiribûn.
Tê çaverêkirin, şanda Amerîkî roja Duşemê bi rê keve, ku bi Kushner re Balyozê Amerîka yê li Rojhilata Navîn Avi Berkowitz û bi Berpirsê Saziya Darayî ya Geşepêdana Navneteweyî ya Amerîka Adam Boeheler jî herin.
Berî Fasê, ji Rojhilata Navîn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Sûdanê bi Îsraîlê re gihiştibûn rêkeftinê, ku pêwendiyan normal bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin