Sêwirmendê Esad gef li Tirkiyê xwarin: Em dikarin xalên we yên çavdêriyê tine bikin

24 August 2019 14:52 0 dîtin
Sêwirmendê Esad gef li Tirkiyê xwarin: Em dikarin xalên we yên çavdêriyê tine bikin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad, Buseyna Şaban diyar kir ku xalên çavdêriyê yên Tirkiyê ji bo dabînkirina milîtanan tên bikaranîn û dibe ku ji aliye artêşa Sûriyê ve bêne tinekirin.

Buseyna Şaban ji televizyona el Mayadinê ku li Libnanê weşanê dike re axivî û amaje kir ku bi tevgerên dawiyê jî derket holê ku Tirkiyê ji bo milîtanan çek û cebilxaneyan dabîn dike. “Tirkiye li gorî rêkeftinên Astanayê tevnegeriya û xalên çavdêriyê kirine baregehên trasnferiya çek û cebilxaneyan û bi vî awayî xaka Sûriyê dagîr kiriye.”

Şaban destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya xalên çavdêriyê yên Tirkiyê çek û cebilxaneyan dide El Nûsrayê û li hemberî Sûriyeyiyan sûcdar e.

Şaban bi awayekî eşkere li Tirkiyê û hevkarên wê yên li Sûriyê gef xwarin.

“Xala çavdêriya ya Tirkiyê li gundê Murik hatiye dorpêçkirin. Artêşa Sûriyê dikare xalên çavdêriyê yên Tirkiyê û milîtanan ji holê rake.”