Sêwirmendekî Serok Mesûd Barzanî: Divê hêz û aliyên Iraqî pabendî tevahiya Destûrê bin

21 February 2022 15:01 0 dîtin
Sêwirmendekî Serok Mesûd Barzanî: Divê hêz û aliyên Iraqî pabendî tevahiya Destûrê bin

PeyamaKurd Şêwirmendekî Serok Mesûd Barzanî, Mesûd Heyder bi peyameke li ser facebookê diyar kir, Herêma Kurdistanê amade ye tevahiya xal û bendên Destûra Iraqê bicîh bîne.

Mesûd Heyder peyamek arasteyî hêz û aliyên Iraqî kiriye û eşkere kiriye, divê ew pabendî tevahiya Destûrê bin ne ku beşekê bicîh bînin û beşa din jî piştguh bikin.

Herwiha Mesûd Heyder diyar kir, Herêma Kurdistanê amade ye hemû xal û bendên Destûrê wek xwe bicîh bîne.

Şêwirmendê Serok Barzanî daye zanîn, pabendbûna hemû aliyan bi Destûra Iraqê, yekitiya xak û gel û serweriya Iraqê diparêze çimkî di destpêka Destûrê de jî hatiye gotin, pabendnebûn bi Destûrê, yekitiya xak û gel û serweriya Iraqê naparêze.