Sêxê Menzîlê Seyîd Ebdulbaqî Erol koça dawî kir

12 July 2023 17:56 0 dîtin
Sêxê Menzîlê Seyîd Ebdulbaqî Erol koça dawî kir

PeyamaKurd - Şêxê Terîqeta Menzîl ku navenda wê bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye û li Tirkiyeyê belav bûye, Seyîd Ebdulbaqî Erol îro 12ê Tîrmeha 2023yan ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyê koça dawî kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Menzîlê hatiye dayîn de hatiye ragihandin ku Seyîd Ebdulbaqî Erol, îro li demjimêr 14:10 li nexweşxaneyê wefat kiriye.

Hate gotin: "Şêx Seyîd Ebdulbaqî Elhuseynî koça dawî kiriye. Xweda rehma xwe lê bike. Em sersaxiyê ji hemû kesûkarên wî û hezkirên wî re dixwazin."

Terîqeta Menzîl a Neqşîbendî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwedî bandoreke mezin e û herwiha di nav saziyên civakî û dewletê de jî bandora wê zêde ye.