Seyid Riza û hevrêyên xwe 84 sal berê wek îro hatin darvekirin

15 November 2021 14:30 0 dîtin
Seyid Riza û hevrêyên xwe 84 sal berê wek îro hatin darvekirin

PeyamaKurd – Rêberê Kurd ê serhildana Dersîmê Seyîd Riza û 6 hevrêyên xwe 15ê Mijdarê sala 1937an ji aliyê rejîma kemalîst a Mustafa Kemal a Tirkiyê ve hatin darvekirin.

Dema Seyîd Riza dibin sêdarê dibêje: “Min nekarî ji heq derew, fen û futên we derkevim. Bila ev ji min re derd be, lê min jî xwe li ber we neçemand, bila ev jî ji we re derd bimîne.”

Seyîd Riza herwiha gotiye: “Ewladê Kerbela me. Guneh e! Ev zilm e. Ev cinayet e.”

Seyîd Riza sala 1862an, li Dersîmê ji dayik bû ye. Seyîd Riza lawê Seyda Îbrahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyîtiyê de perwerdehiye dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarê Axdadê de bi cîh bû.

Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û birqiyeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da koçberan. Berî serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, li hemberî gumana operasyonê bi li sereke eşîran rê hevdîtinê çê dike ku di nava xwe de yekîtiyê çêkin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5ê Rezberê 1937an de, rayedarên hikûmetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di reya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi berdariye tê darazxwarî kirin.

Serokê serhildana Dersîmê Seyîd Riza, di 15ê mijdarê sala 1937an de, bi tevahî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin darvekirin.

Çar têkoşerên din jî berê bi sizayê berdariye siza dikin, paşê sizayê wan werdigerînin girtîbûnê. Hin ji wan ji li ser 90 salî rê bûn, Tirkan nexwestin navê xwe xerab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviyabû Seyîd Riza jî darve nekiran, lê salên wî bi qanûnî mezin dikin û berdariya dikin.

Siyasetmedar û têkoşerên hatin darvekirin

Seyîd Riza

Resik Huseyînê lawê Seyîd Riza

Seyd Husên, Seyd Wuşên, Seyd Husênê Şêxî

Findiq Axayê Ûsivî, Findiqê lawê Qemer

Hesen Axayê Demenî, Hesenê Cibo, Hesenê lawê Cebraîl

Hesenê Qurêşî, Hesenê lawê Ûlkiye

Elî Axayê Mîrza, Eliyê lawê Mîrza Elî

Kesên ji berdariye filitî

Cebraîl Axayê Demenî, Civê Kejî, Ciboyê Demenî

Qemer Axayê Ûsivî

Qemer Axayê Heyderî, Qemoyê Heyderî (96 salî ye 31 sal ceza didinê, di zîndanê de jiyana xwe jidest dide)