Pêsewa Qazî Mihemed û hevrêyên xwe 73 sal berê 30yê Adarê hatin bidarvekirin
PeyamaKurd – Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên xwe rojeke wek îro û 30yê Adara 1947an li Meydana Çarçira ya Mahabadê ji aliyê rejîma hov a Îranê ve hatin bidarvekirin.
Berbanga 30yê Adara 1947an Pêşewa Qazî Mihemed, Heme Husên Xanî Seyf Qazî ku pismamê Qazî Mihemed e û Ebûlqasim Sedir Qazî birayê Qazî Mihemed li Meydana Çarçira li Mahabadê li cihê ragihandina Komara Kurdistanê bi tohmeta parçekirina Îranê hatin bidarvekirin.
Pêşewa Qazî Mihemed ku damezirênerê Partiya Demorat a Kurdistanê bû, piştî damezrandina partiyê 22yê Çileya 1946an Komara Kurdistanê ragihand.
Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piyan ma û piştî Yekîtiya Sovyetê li ser kêlgehên petrolê yên bakurê Îranê bi rêjîma Îranê re li hev kir, hêzeke bejayî û esmanî êrîşî Kurdistanê kir.
Serokwezîrê wê demê yê Îranê Ehmed Qewam Seltene soz dabû Pêşewa ku azara kesî nede û dê beşên din ên Kurdistanê bike yek û îdareyeke Kurdî ragihîne, lê bi piştevaniya Brîtanya û bêdengiya Sovyetê, hêz bi ser herêmê de şand û rêjîma Îranê bi piştevaniya Sovyet, Brîtanya û Amerîka Komara Kurdistanê hilweşand û Pêşewa Qazî Mihemed jî bidarve kir.
Ala rengîn a Kurdistanê, Pêşmerge û Parleman sê koçkeyên neguhêr ên Komara Kurdistanê bûn û radestkirina Ala Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve bo Mela Mistefa Barzanîyê Nemir wek destekî emîn û niştîmanperwer, berdewamiya wê rêyê ye ku îro jî Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser armanc û rêya Pêşewa Qazî Mihemed e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin