Pêsewa Qazî Mihemed 77 sal berê wek îro hate darvekirin
PeyamaKurd – Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mahamadê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî 77 sal berê rojek wek îro di roja 31ê Adara 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê rejîma Îranê ve hatin darve kirin.
Qazî Mihemed di 1ê gulana sala 1900an li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Pêşwayê Doza Kurdistanê Qazî Mihemed di 30ê Adara 1947an li meydana Çarçira ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve bi bêbextî hate bidarvekirin.
Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (nîsana 1945), damezirênerê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû.
Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera Rûsan de jiyana xwe ji dest da. Kalikê wî Şêx Elmeşayix ji bo yekkirina Kurdan, di sala 1930an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên Kurd li hev dicivîne.
Ragihandina Komara Kurdistanê
Di 22yê Çileya 1946an de Qazî Mihemed li meydana Çarçira Komara Komara Kurdistanê li Mehabadê ragihand.
Di 17ê Kanûna 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û Wezîrê Berevanî yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya Mehabadê hatin bidarvekirin.
Wesîyeta Qazî Mihemed bo gelê Kurdistanê
Wesiyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistine û di beşeke wê de Qazî Mihemed wiha dibêje: “Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, va ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de be qed li we nabihure”.
Qazî Mihemed herwiha di beşeke din de dibêje: “Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hûn ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dijminan e.”
Di wesiyetê de herwiha hatiye gotin: “Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hun dê pir baş bi ser dijminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, heta hûn bigihêjin hêvî û meramên xwe; divê hêj pir kesên din ên mîna me xwe di vê rê de gorî bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin