Sibê seet di 21.00an de wê Ekrem Imamoglu bibin edliyê

21 March 2025 20:33 0 dîtin
Sibê seet di 21.00an de wê Ekrem Imamoglu bibin edliyê

PeyamaKurd – Şaredarê Îstenbolê yê bajarê mezin Ekrem İmamoğlu bi sedema gendelî (ruşwet) û terorê 3 roje xistine binçav û îfadên wî li baregeha asayîşa Îstenbolê distînin. Niha, sitendina îfadên İmamoğlu temam bû.

İmamoğlu îfadên xwe da û temamê tewanên di pirsan de hebûn, red kir. Lê wê di çarçova mijara terorê de jî îfadê wî bistînin.

Serdozgeriya Îstenbolê ragihand ku wê sibê İmamoğlu bibin edliyê û weha dewam kir:

“İmamoğlu bi sedema rêxistina bi armanca berjewendiyên xwe ava kiriye û alîkariyê daye PKK/KCKê, di bin çav de ye û wê si bê seet di 21.00an de bi hevalên İmamoğlu re hemûyan bibin edliya Îstenbolê ber dadgehê.