Kemal Kiliçdaroglu, Ekrem Imamoglu dawetî meclisê kir
PeyamaKurd – Serokê partiya komarî yê CHP ê Kemal Kiliçdaroğlu şaredarê Îstenbolê yê İBB Ekrem İmamoğlu dawetî meclisa Tirkiyê civîna nav grûba xwe kir. Piştî biryara dadgehê di siyaseta Tirkiyê de tevgerekî germ heye. Li gor pêşdeçûnên nûh; Kemal Kılıçdaroğlu, Ekrem İmamoğlu dawetî meclisê kiriye da tevlî civîna grûba CHP ê bibe. Li ser mijarê di bernama CNN ê ya Ahmet Hakan de mijar hat ragihandin û weha got:
“Di vê navberê de pêşdeçûnekî girîng çêbû. Gavekî balkêşe. Ez dibêjim Kemal Kılıçdaroğlu gavekî zekî avêt. Sibê di meclisê de civîna grûba CHP ê heye. Kemal Kılıçdaroğlu bi telefonê li Ekrem İmamoğlu geriya û wî dawetî meclisê kir. İmamoğlu siba diçe meclisê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin