Kemal Kiliçdaroglu seredana Selahattin Demirtas dike
PeyamaKurd – Serokê CHPê yê berê Kemal Kılıçdaroğlu tevlî bernama TV yê bû û bersiva gelek pirsan da. Di nav pirsan de li ser zîndanîbûna serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş hebû. Kılıçdaroğlu weha got:
“Selahattin Demirtaş îro di zîndanê deye û ev bobelatekî hûqûqê ye. Erdoğan bi taybetî wî di zîndanê de digre. Ez ê roja Sêşemê seredana wî bikim. Ji bo ji ser parlementerekî erka zirxî rakin ne hewceye destûrê biguherînin. Jimara parlementerên AKPê bes e.
Çima dixwazin bi guherîna destûrê zirxê rakin? Dixwazin ji CHPê re kemîn deynin. Dema biguherînê em bêjin na, wê wextê wê li meydanên hilbijaretinê bêjin; ‘CHP terorê diparêze.’
Ne tenê Demirtaş di zîndanê de te. Zîndaniyên Geziyê hene. Parlementer hene. Osman Kavala heye. Ew biryarên dadgehê, yên dadgeha destûrê yên AHİMê bicîh naynin… Ez sibê seredana Demirtaş bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin