Kemal Kiliçdaroglu li Diyarbekirê seredana erdhejzadeyan kir

11 February 2023 21:48 0 dîtin
Kemal Kiliçdaroglu li Diyarbekirê seredana erdhejzadeyan kir

PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu bi şaredarên CHP yiyan re seredana kesên mexdûrên erdhejê kir û li ber enqazê ji bo çapemeniyê ragihandinê kir. Kılıçdaroğlu got ku temamê şaredariyan ji dest ê wan çi tê dikin. Kılıçdaroğlu weha got:

“Êşa me kûre û divê em birînên xwe bipêçin. Divê millet hev hembêz bike û pirsgirêkên xwe çareser bike. Tirkiye seferber bûye. Ji bo kesên ku dixebitin û dixwazin dawî li mijarê bînin, ji bo hêzên ewlehiyê, rêxistinên civakî û ji xwebexşan re sipasiya xwe dikim.”