Kemal Kiliçdaroglu diçe Diyarbekirê

30 July 2024 11:12 0 dîtin
Kemal Kiliçdaroglu diçe Diyarbekirê

PeyamaKurd - Hat diyarkirin Kemal Kiliçdarogluyê ku piştî dev ji Serokatiya CHPyê berda, di çarçoveya serdanên xwe yên parêzgehan de wê biçe Diyarbekirê.

Kiliçdaroglu piştî dest ji serokatiyê berda Dîlok û Nîzîp, Trabzon, Kayserî û Îzmîrê ziyaret kir.

Kemal Kiliçdaroglu, diyar kir ku wê di nava du hefteyan de biçe Amedê; Dê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, rêxistina CHPê ya parêzgehê, saziyên sivîl û esnafan bike.

Tê gotin ku bernameya Kiliçdaroglu ya Diyarbekirê wê 4 rojan bidome, tê payîn ku di meha Tebaxê de biçe Taxa Hacîbektaşê ya Nevşehîrê.