Silva: Heta ez Serokê Dewletê bim, Putin nayê girtin!

11 September 2023 14:00 0 dîtin
Silva: Heta ez Serokê Dewletê bim, Putin nayê girtin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva ragihand ku heger Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin sala bê beşdarî Lûtkeya G20ê ya li welatê wî bibe, ew garantiye dide ku dê neye girtin.

Piştî ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di lêpirsîna sûcên li Ukraynayê de bi hinceta 'sûcên şer' di derbarê Vladimir Putin de biryara girtinê dabû, ew ji ber fikara girtina xwe beşdarî Lûtkeya G20ê ya îsal nebû.

Luiz Inacio Lula da Silva li ser vê fikara Putin got ku heger Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin beşdarî civîna G20ê ya ku sala bê li Rîo de Janeîroyê bê lidarxistin bibe, dê neye girtin.

Silva diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku Putin bi hêsanî dikare biçe Brezîlyayê û got, "Tiştê ku ez dikarim ji we re bibêjim ew e ku heke ez serokê Brezîlyayê bim û Putin were Brezîlyayê, bi tu awayî nayê girtin." 

Ji ber ku Brezîlya alîgirê qanûna Romayê ye, divê biryarên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bi cih bîne. 

Ji ber vê yeke jî heta niha hikûmeta Brezîlyayê li ser pirsên di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek neda.