Sindoq hatin girtin: Dengdana gistî qediya
PeyamaKurd – Dengdana giştî ya di çarçoveya hilbijartinên dewra 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê saet 18.00an de bi dawî bû.
Di çarçoveya hilbijartinên dewra 6em a Parlamentoya Kurdistanê de, roja Yekşemê 20ê Cotmeha 2024an de, di saet 7.00an de proseya dengdana giştî ku li navçeyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce destpê kiribû, piştî saet 18:00an de makîneyên dengdanê bi awayekî otomatîk rawestiyan, bidawî hat.
Piştî şeş salan astengiyên li pêşiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û îsrara Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser lidarxistina hilbijartinên şefaf, azad û dadperwerane, roja 20.10.2024ê dengdana giştî bo hilbijartinên xula şeşan a Parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin.
Li gorî zanyariyan, rêjeya beşdariya di hilbijartinan de li Rêveberiya Serbixwe ya Duhok û Zaxoyê ji sedî 65 e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin