Li Tirkiyeyê sindoq hatin girtin: Hejmartinê dest pê kir!
PeyamaKurd- Di Hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên ku îro li seranserê bajarên bakur û Tirkiyeyê dihatin rêvebirin de proseya dengdayînê bi dawî bû.
Dengdayîna ku îro saet di 08:00ê sibehê de dest pê kir, saet di 17:00an de bi dawî bû.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, sindoqên dengdanê yên li gumrikan jî di heman saetê de hatine girtin.
Di agahiyên ku ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatibûn danîn.
Hat diyarkirin ku di hilbijartinan de li na welêt 60 milyon û 697 hezar û 843 dengder hebûn û ji wan 4 milyon û 904 hezar û 672 dengder cara ewil bûne xwedî mafê dengdayînê.
Li gorî agahiyên destpêkê yên çapemeniya Tirkiyeyê, li seranserê bakur û Tirkiyeyê, rêjeya çûyîna ser sindoqan gihîştiye ji % 90î û hat diyarkirin ku rêjeyeke bi vî rengî, herî dawî di hilbijartinên ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î hatibû kirin de hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin