Singal | Di navbera YBS û artêsa Iraqê de ser derket: Birîndar hene…
PeyamaKurd - Dijîterora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Şingalê di navbera çekdarên bi ser PKKê ve yên bi navê YBŞ û hêzên Iraqê de şer derketiye.
Hat ragihandin ku li Şingalê xwepêşandanek hatiye lidarxistin ku çekdarên YBŞ jî di nav de bûne. Di dema xwepêşandanê de alozî derketiye û di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûne.
Herwiha li gorî zanyariyan piştî bûyerên ku çekdarên YBŞê bi çekan tevlî bûn de leşkerên Iraqê ji herêmê vekişiyane.
Berpirsê Lîjneya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Îezdîn Şemo ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin: “PKKê jimareyeke hemwelatî anîn ser cadeyê û li nehiyeya Sinûnê ku piraniya wan jin bûn û rê li ber artêşa Iraqê girtin. Beriya bi demekê şer di navbera çekdarên PKKê û artêşa Iraqê de derket û niha rewşa nehiya Ssinûnê aloz e û heta niha jî dengê teqînan tê bihîstin. ‘’
Îzedin Şemo gotiye, ji ber wî şerî tirs û nîgeranî di nava xelkê de peyda bûye û îro otomobîleke artêşa Iraqê ji ber êrîşa çekdarên PKKê hatiye şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin