Sîrketên Koreya Basûr wê bi 5.7 mîlyar dolarî sîlih bifrose Polonyayê

27 August 2022 18:36 0 dîtin
Sîrketên Koreya Basûr wê bi 5.7 mîlyar dolarî sîlih bifrose Polonyayê

PeyamaKurd – Dewleta Polonyayê ku cîranê Ûkraynaye, biryarê da ku ji 2 şîrketên Kore ya Başûr 48 FA-50 jetên şer, 180 tank û obusên ku qûndaxa wan bi motore bikire û di mijarê de peymanê îmze kirin.

Rêvebiriya Bernama Bergiriyê û Amadekirinê ya Kore ya Başûr (DAPA) ragihand ku wan do perymanê îmze kirine. DAPA di daxwuyaniya xwe de got ku tankên K2 yên Black Panther yên aîdê şîrketa Hyundai Rotemê û K9 ên aîdê Hanwha Defense ê ku obusên bi qûndax motorin, wê bişînin Polonyayê. DAPA weha got:

“Parvekirina sîstema sîlihan, desteka lojîstîk ya dualî û xwurtkirina hevkariya ewlehiyê pir girîng e. Vê peymana îxracatê, danîna danûsitendina bi welatên Awrûpa re û wê alîkariya firehkirina sînorên me bike.”