Sirketên Rêyên Hewayî yên Brîtanya û Fransayê Îranê diterikînin
PeyamaKurd – Di çarçoveya mueyîdeyên li ser Îranê de şirketên cîhanî yên Brîtanya û Fransayê, British Airways û Air France seferên xwe bo Îranê dirawestînin.
British Airways di daxûyaniya xwe de diyar kir, ku ji meha Îlonê wir de dê seferên xwe bo Tehranê rawestînin. Sedema vê yekê jî, bi seferek bazirganî ya ne serkeftî binav kir.
Her piştî daxûyaniya British Airways, Air France jî daxûyanî da ku, ji meha Îlonê û wirde dê seferên bo Îranê bên rawestandin.
Piştî ragihandina zextên aborî yên Amerîka ser Îranê gelek şirketên Ewropî û cîhanî xwe ji bazara Îranê vekşandin . Meha Mijdarê zexên nû yên Amerîka li ser Îranê tên sepandin û tê çeverêkirin ku wê demê dê bandora aborî li ser Îranê dijwartir bibe û şirketên cîhanî yên zêdetir ji Îranê vekişin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin