Sîsî, bertek nîsanî îdiaya 'Kanala Suveysê' da

27 February 2023 00:30 0 dîtin
Sîsî, bertek nîsanî îdiaya 'Kanala Suveysê' da

PeyamaKurd- Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, bertek nîşanî îdiayên "Kanala Suveyşê ya ji bo 99 salan ji bo kompaniyên biyanî hatine firotin, da.

Di nûçeya ajansa fermî ya Misirê MENA de hat diyarkirin ku Sîsî di çalakiyeke ku li parêzgeha Îsmaîliyê hat lidarxistin de qala Plana Pêşketin û Avakirina Nîvgirava Sînayê kir û got,

"Dewlet bi awayekî ne normal bi derew, tohmet û gotegotan tê hedefgirtin. Ya dawî jî îdiaya Kanala Sûsê ya ku ev 3 hefte ye di rojevê de ye bi trîlyonek dolarî ji bo kompaniyeke din hatiye firotin.”

Sîsî di derbarê nîvgirava Sineyê de jî got ku piştî bidawîhatina terora ku bandorê li ser jiyana xelkê kiriye, wan di warê geşepêdanê de li Sîneyê pêşketin çêbûn.

Ebdulfetah Sîsî da zanîn ku lêçûna plana geşepêdana Şengalê ji bo dewletê di navbera 40 û 50 milyar dolarî de ye û diyar kir ku têkoşîna li dijî terorê hîn bi dawî nebûye û got, "Armanca terorê ew bû ku beşeke bi nirx ji xaka me bi dest bixin."

Beriya niha, di nivîseke li ser medyaya civakî de belgeyeke 94 rûpelî ya bi destnîşana Serokomarê Misirê Ebdulfettah es-Sîsî û Serokwezîr Mustafa Medbulî hatibû weşandin û tê de dihat gotin ku mafên karkirina Kanala Suveyşê ya li Misirê, 99 sal in radestî kompaniyeke biyanî hatiye kirin.