Sîsî: “Em amade ne di her sehayê de bi Iraqê re hevkariyê bikin”
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Iraqê Bessam Radî ragihand ku serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sîsî wezîrê berdigiriyê yê Iraqê Cûma Înadî bo hevdîtinê qebûl kiriye û li ser têkiliyên duqolî axifîne.
Di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Qahîre û Bexdayê hatiye kirin û Sîsî gotiye destekê dide Iraqê da dezgeyên netewî yên Iraqê bên xurtkirin, parastin û asayîş û îstîqrara Iraqê temîn bikin û pêşdebirina refaha xelkê û Iraqê bêkirin. Sîsî gotiye di serî de bo seha leşkerî û di warên din de amade ne ku hevkariyê bi Iraqê re bikin.
Di hevdîtinê de li ser mijarên têkildar yên herêmî û navdewletî rawestiyane, tetbîqatên hevpar û perwerde di nav de, li ser mijarên hevkariyê yên leşkerî axifîne.
Wezîrê bergiriyê yê Iraqê bi xurtî behsa xurtkirina hevkariya navbera Misrê û Iraqê kiriye û gotiye hukumet û xelkê Iraqê desteka Misrê bo Iraqê teqdîr dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin