Siûdî: Em rêkeftineke navokî ya demdirêj û berfireh bi Îranê re dixwazin
PeyamaKurd – Encûmena Hevkariya Kendava Erebî di civîna xwe ya 42emîn a ku li Riyadê hat lidarxistin de diyar kir, ew li bendê ne ku rola erênî ya rêveberiya nû ya Îranê di kêmkirina rageşiyê de hebe.
Encûmena Hevkariya Kendavê da zanîn, ew li bendê ne ku rola erênî ya rêveberiya nû ya Îranê di kêmkirina rageşiyê û avakirina baweriyê de hebe.
Encûmenê Hevkariya Kendavê, di daxuyaniya xwe ya dawî de eşkere kir: “Girîng e civaka navdewletî bi ciddî serederiyê bi dosyaya navokî ya Îranê re bike.”
Herwiha destnîşan kir: “Girîng e endamên Encûmena Hevkariya Kendavê, di her danûstandinên navdewletî yên ligel Îranê de beşdar bin.”
Encûmena Kendavê helwesta xwe ya redkirina dagîrkirina Îranê ji her sê giravên Îmarata Erebî, Tunb El-Kubra, Tunb El-Suxra û Ebû Mûsa nîşan da.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan destnîşan kir, ew dixwazin pêwendiyên wan ên asayî bi Îranê re hebin, lê ev girêdayî hevkariya Tehranê ye.
Bin Ferhan ku piştî lûtkeyê konferanseke rojnamevanî bi Sekreterê Encûmena Hevkariya Kendavê Nayif El-Hicrif re li dar xistibû, got: “Em gotûbêjên navokî yên li Viennayê dişopînin û em ji helwesta Îranê nîgeran in.”
Bin Ferhan got: “Bernameya navokî ya Îranê, herî zêde li ser welatên Kendavê metirsîdar e” û got: “Em rêkeftineke navokî ya demdirêj û berfireh bi Îranê re dixwazin.”
Herwiha got jî: “Çêtir e ku Siûdiye beşek ji danûstandinên Viennayê be, Siûdiye ji her mekanîzmayê re vekirî ye ku metirsiyên Kendavê çareser bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê destnîşan kir: “Me heta niha tu guhertineke rasteqîne di reftarên Îranê de nedîtiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin