Sivan Perwer bo koça dawî ya Keremê Seyad peyamek belav kir

29 March 2021 11:00 0 dîtin
Sivan Perwer bo koça dawî ya Keremê Seyad peyamek belav kir

PeyamaKurd – Di derbarê koça dawî ya Keremê Seyad rewşenbîr medyakarê Kurd ê Ermenîstanê de, hunermend Şivan Perwer peyamek belav kir û diyar kir: “Mamoste Kerem, bi salan bi hezkirina ziman û hunera Kurdî û dilpêya Kurdistanê xizmeteka mezin daye huner, hunermend, çand û dîroka Kurd û Kurdistanê.”

Şivan Perwer di peyama xwe ya li ser facebookê, Keremê Seyad weke “xizmetkarê mezin ê Dengê Radyoya Yerevanê” bi nav dike û dibêje, “Mamoste Kerem, gelek camêr, têgihiştî, mervan û welatperwer bû.”

Şivan Perwer di peyama xwe de destnîşan dike û dibêje: “Li bin her bandorekê jî perestî biyanan û bêganî nebû. Perestî ol û olgeran nebû wek malbata Mamoste Casimê Celîl, malbata Xelîlê Muradov (malbata Mamoste Têmûrê Xelîl) Keremê Ankosî, malbata Çildergûşî, Wezîrê Eyşo, Prf Şakirê Xido, mamoste Eskerê Boyik, mamoste Karlanê Çeçan û hwd.. Her rewşenbîr û welatperwer man. Ne xwe dane çînyên Mîrî, Pîrî, Şêxî yan Babaşêxî û ne jî olî û olperestî. Ji ber ku wan dizanibû ku jiyan û jînenigariya hemû rengên Olî û Oldarî bi azadîya gelê Kurd û hezkirin û parêziya Kurdistanê ve girêdayiye.”

Herwiha Şivan Perwer qala serpêhatiyeke xwe bi Keremê Seyad li Başûrê Kurdistanê dike û dibêje: “Di sala 2004 an de li Başûr li gel Mamoste Keremê Seyad, Prf. Mamoste Celîlê Celîl, Prf. Mamoste Şakirê Xido, Birêz General Ezîz Weysî û çend kesên din li roja Çarşema Sor, em hemû pêkve çûn Şêxanê, serdana Mîr Tahsîn û Civata Malbatan ji bo pîrozkirina roja Çarşema Sor a pîroz a Ezdayî û Ezdayan..Mamoste Kerem jî yekem car di rojek wisa de amade dibû û herwiha li rewşê matîdar mabû. Gelek dilxweş bûbû li gel dost û hevalên xweşdivî, Civata Ezdayan û Roja Pîroza Ezdayetî.”

Di berdewamiyê de, hunermendê mezin ê Kurd Şivan Perwer serxweşiyê ji gelê Kurd re dixwaze, ku “Mamosteyekî wisa hêja wenda kiriye” û dibêje, “Em wan kar û xizmeta Mamosteyê xwe yê hêja ji bîr nakin.”

Keremê Seyad, rewşenbîr û medyakarê Kurd ê Ermenîstanê, roja Şemiyê di 82 saliya xwe de li Yêrîvanê koça dawî kir.