Birayê Sivan Perwer koça dawî kir
PeyamaKurd – Birayê hunermendê Kurd yê Şivan Perwer, Azîn Aygün ê 65 salî bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê li Belçîkayê wefat kir. Azin Aygün li Belçîkayê karsaziyê dikir. Li gor ragihandina Rûdawê wê cenazê Aygün bibin bajarê Rihayê, navçeya Wêranşehrê gundê Yaylaevleriyê.
Sipartina xakê dê roja duşemê piştî limêja nîvro çêbibe. Bi sedema nexweşîna pandemiyê dê taziye neyê danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin