Birayê Trump koça dawî kir, ji Biden peyama serxwesiyê
PeyamaKurd – Birayarê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Robert S. Trump di 72 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Trump ragihand ku eq bi xemgîniyeke mezin diyar dike ku birayê wî yê bêhempa Robert şeva borî koça dawî kiriye û got, “Ew ne tenê bira bû, hevalê min ê herî nêzîk bû. Em pir bêriya te bikin, lê emê rojekê ji nû ve bigihin hevdu.”
Li ser koça dawî ya birayê Trump, hevrikê wî yê Demokrat bo hilbijartinên seroktiyê Joe Biden li ser medya civakî peyameke serxweşiyê belav kir.
Biden li ser twitter xemgîniya xwe anî ziman û got, “Ez êşa ji destdana hezkiriyên xwe gelekî ji nêz ve zanim (Kurê wî sala borî miribû) û di demên wiha de dizanim bê malbat çiqasî girîng e. Hêvîdarim bizanî ku diayên me bi we hemûyan re ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin