Siyasetmedarê Alman û dostê qedîm ê Kurdan ‘Siggi Barzanî’ koça dawî kir
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Alman ê parlamenterê berê yê Partiya Keskan a Almanyayê û dostê qedîm ê gelê Kurd Siegfried Marsch ê bi nasnavê 'Siggi Barzanî' dihat naskirin, koça dawî kir.
Hat ragihandin ku Siggi Barzanî, doh 15ê Sibata 2022yan piştî nîvro li mala xwe ya li bajarê Barken ê Almanyayê koça dawî kiriye.
Siegfried Marsch, ji salên 1980yan ve di nav doza rewa ya Kurd û Kurdistanê de wek neferekî cî girtiye û di gelek qonaxên dijwar de li kêleka gelê Kurd têkoşîn daye.
Jînenîgariya Siggi Barzanî
Siyasetmedarê Almanî yê bi navê Siegfried Marsch ku di nav gelê Kurd de wekî Siggi Barzanî tê naskirin, di 17ê Îlona 1953an de li Bochumê ji dayik bûye.
Marsch ji 16 saliya xwe bi siyasetê re eleqedar bû, di nav damezrînerên Partiya Keskan a li eyaleta Nordrhein-Westfalen de bû. Di sala 1989an de bû berpirsê Partiya Keskan li Nordrhein-Westfalen.
Di navbera salên 1990-2000an de li Meclîsa Nordrhein-Westfalen parlementer bû.
Piştî Raperîna Başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de, piştevaniya gelê Kurd kir û di nava hevgirtinê de bû. Gelek caran serdana Herêma Kurdistanê dikir. Wî gelek projeyên alîkariyê, di nav wan de projeya avakirina Kurdistanê, ku ji aliyê CARITAS Swîsra ve tê fînansekirin, birêve bir. Di hilbijartinên yekem ên Parlamentoya Kurdistanê de alîkariya teknîkî kir.
Di navbera salên 2004-2014an de li Hewlêra paytext bi cih bû û serokatiya Navenda Çanda Almanyayê ya ku wî damezrandibû, kir. Wî hewl da ku şirketên bazirganiyê yên herêmî teşwîq bike ku piştgiriya têkiliyên bazirganî yên Alman-Kurd bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin