Siyasetmedarê Iraqî: Em çima nikarin serokekî wek Mesûd Barzanî bihêz derxin?

15 September 2019 19:14 0 dîtin
Siyasetmedarê Iraqî: Em çima nikarin serokekî wek Mesûd Barzanî bihêz derxin?

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Iraqî Omer Abdulstar rexne li bereyên sunî û şîeyên Iraqê girt ku nekarîne serokekî wekî Serok Barzanî bihêz ji nava xwe derxin û parêzvaniya netew û çarenivîsa xwe bikin.

Siyasetmedarê Iraqî di bernameyeke televizyonê de siyaseta erebên şîe û sune ya Iraqê nirxand û bi taybet bang li siyasetmedarên sûne kir û wiha got:

 “Gelo di nav suneyan de serokekî wekî Mesûd Barzanî ku hem bihêz hem jî mezin difikire heye? Ew (Kurd) 5 milyon serjimariya wan heye û dewleta wan tune ye.”

Abdulstar di berdewamê de jî da zanîn, “Em bigerin jî nikarin serokekî wekî Mesûd Barzanî peyde bikin. Gelo çi asteng li pêşiyê heye ku serokekî wekî Mesûd Barzanî mezin difikire dernakeve?”

Wî siyasetmedarê Iraqî herwiha bal kişand ser ku li cihê herî bilind ê Kurdistanê ‘Yan Kurdistan yan neman!’ hatiye nivîsandin û got, “Divê em jî serokekî ku li cihê herî bilind ê Iraqê ‘Yan erebistan yan mirin!’ bide nivîsandin peyde bikin.”