SOHR: Kurdên Efrînê bi tohmeta têkiliya 'Rêveberiya Rojava' tên girtin û revandin
PeyamaKurd – Komeke çekdar a girêdayî hêzên Tirkiyê yên li Efrînê, şeş welatîyên Kurd bi tohmeta ku têkiliya wan bi Rêveberya Xweser a Rojava re heye desteser kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku komên çekdarên li Efrînê şeş welatiyên kurd ji gundê Sinareyê ser bajarokê Şîyê ve desteser kirine, bi tohmeta pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re heye.
Herwiha SOHRê diyar kir ku 2 kes ji girtiyan bi pereyan hatine azadkirin, lê hê jî çar kesên din di destê wan çekdaran de girtîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye van demên dawî, polîsên girêdayî artêşa Tirkiyê yên Mertala Firatê herî kêm 11 welatiyên Efrînê bi tohmeta têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re heye girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin