SOHR: Li Seraqibê 10 endamên Hizbullaha Lubnanê hatin kustin

01 March 2020 14:00 0 dîtin
SOHR: Li Seraqibê 10 endamên Hizbullaha Lubnanê hatin kustin

PeyamaKurd - Di encama êrîşên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê û hêzên girêdayî rejîma Sûriyê de, 10 endamên Hizbulaha Lubnanê li Seraqîbê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) li ser malpera xwe ragihand ku fermandar jî di nav de 10 endamên Hizbulaha Lubnanê li bajarê Seraqib û derdora wê hatin kuştin.

SOHRê herwiha got, hêza navborî ango Hizbullahê destekeke mezin ji çek û çekdaran şand Seraqib û gundewarê başûrê Helebê.

Li gorî reutersê jî bêhtirî 50 birîndarên milîsên Hizbûllahê di şerê heman devera Seraqibê de çêbûne.

Herwiha tê ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de, 45 leşkerên rejîma Sûriyê û mîlîsên wê, bi balafirên bê mirov ên Tirkiyê li Zirbê, Seraqib û Meret El Numan hatine kuştin.