SOHR: Tirkiye bi rêya TOKÎ li Efrînê wargeheke din ava dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya proseya guhertina demografiya Efrînê de, bi piştevaniya Tirkiyê niştîngeheke din ji bo bicihkirina malbatên çekaran li Efrînê tê avakirin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), di çarçoveya proseya guhertina demografiya Efrînê de, Saziya Çêkirina Xaniyan a Tirkiyê (TOKÎ), wargeheke din niştecihbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran li gundê Kefir Sefra ê li navçeya Cindirêsê ava dike.
SOHRê daye zanîn, piştî ku darên zeytûnan û daristanên wê deverê ji kokê ve hatin hilkirin, TOKÎyê karê avakirina xaniyan didomîne û diyar kir, ev sîte ji 400 xaniyan pêk tê û ji bo bicihkirina malbatên erebên navçeyên din ên Sûriyê tê avakirin. Herwiha dê ew wargeh ji bo vegerandina penaberên sûrî yên li Tirkiyê bê bikaranîn.
SOHRê destpêka vê mehê jî ragihandibû ku di çarçoveya proseya guhertina demografiya Efrînê de, Komeleya Sexaa bi piştevaniya Kuwêtê û hevahengiya Tirkiyê, 3 komelgehên niştecihbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran li navçeya Şera ava dikin.
Heta niha 18 wargehên niştecihbûnê ji aliyê Tirkiyê ve bi piştgiriya Kuwêtê û rêxistinên Filistînî li bajarê Efrînê û derdora wê hatine avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin