Sopranoya Kurd Svetlana Kasyan yekem strana xwe ya bi Kurdî belav kir
PeyamaKurd - Hunermenda Kurd a Rûsyayê û stêra navdar a operaya Rûsya û cîhanê Dame Svetlana Kasyan, yekem car straneke bi zimanê Kurdî belav kir.
Hunermenda Kurd Svetlana Kasyan, strana folklorî “Hoy Nêrgiz” bi awayê operayê distre û piştî tomarkirina deng û kişandina klîbê ew stran weşand.
Dame Svetlana Kasyan ku klîba xwe ya Kurdî bi rêya Kurdistan24ê weşandiye dibêje: “Ji min re rûmeteke mezin e û cihê dilxweşiyê ye ku yekem berhema xwe ya bi zimanê dayikê biweşînim. Ev berhema min a bêhempa di albûma min a nû de cih digire ku min tê de bi 13 zimanên cuda stran gotine.”
Svetlana Kasyan stranbêjeke operaya Rûsya û Cîhanê ye, zêdetirî 25 salan e li ser dikên şanoyên mezin ên cîhanê stranên operayê distire. Çend caran Papayê Vatîkanê jî li konsertên wê beşdar beşdarî kiriye û ji ber kar û xizmeta wê ya hunerî, Papa Francis medelyaya (Şasiwarê Silvisterê Pîroz) û nasnava (Dame) pêşkêşî wê kir. Svetlana Kasyan yekem hunermenda jin e li ser asta cîhanê û di dîroka Vatîkanê de, vê xelatê werdigire.
Dame Svetlana Kasyan li bajarê Batum ê Georgia sala 1984an di malbateke Kurd a Êzidî de ji dayik bûye.
Svetlana di temenê 9 saliyê de ligel malbata xwe çûye Kazaxistanê. Svetlana Kasyan li bajarê Aktobe ya Kazaxistanê li Fakulteya Muzîkê dest bi xwendinê kiriye û sala 2006an derçûye. Paşê li Enstîtuya Moskowê Çaykovskî xwendiye û di salên 2009-2011 de jî weke endama bernameya ciwanan a Şanoya Bolshoi karê muzîkê domandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin