Soylu: Qalîteya nefta Gabarê hema bêje wek petrola Kendavê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, "Qalîteya nefta Gabarê hema bêje wek petrola Kendavê ye."
Suleyman Soylu beşdarî "Bernameya Pîrozkirina Roja Rêvebirên 10ê Çile" ya ku ji aliyê Yekitiya Rêvebirên Tirk ve li Golbaşiya Enqereyê hat lidarxistin bû û axaftinek kir.
Soylu behsa pêşketina Tirkiyeyê ya di 20-25 salên dawî de kir û bal kişand ser girîngiya sala 2023yan a ji bo "vîzyona Sedsalê ya Tirkiyeyê".
Soylu derbarê derxistina nefta Çiyayê Gabarê de axivî û wiha got:
"Qalîteya nefta ku li Gabarê tê hilberandin hema bêje wek petrola Kendavê ye, bi zimanê yên ku dizanin dibêjim. Ew qalîteya wê heye ku meriv bêyî hilberandin jî biavêje wê encamê bigire. Tirkiye ketiye rewşeke bi tevahî cûda. Niha nêzî 450 sermayedar li Yekemîn Mala Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê, Mala Pîşesaziya Tekstîlê û Mala Pîşesaziyê ya Karacadagê di rêzê de ne. Ger me di dawiya sedsala 20. de xeyal bikira, em ê tenê bi xeyalên xwe re bimana."
Ji aliyê din ve Soylu got, "Fermandariya me ya Giştî ya Cendirmeyan ya nû, hilberîna Skorskyê ya herêmî û neteweyî wergirt. Ez hêvî dikim van rojan an 10 roj şûnde em ê helîkoptera giştî ya Gökbey jî radest bikin. Ev hilberîna me ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin