Herema Kurdistanê û Bexda li ser hinrdekirina nefta Herema Kurdistanê hemaheng in
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna xwe û Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal û şanda pê re ragehand, “Me tekez li ser dabînkirina padivîtiyên darayî û teknîkî yên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem li ser bingeha destûr û girêbestan kiriye”.
Di 12ê Mijdarê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna ku bi şanda Bexdayê re xilas kir ragihandiye ku bi Wezîrê Petrolê yê Hikumeta Federal Heyan Ebdulxenî û rêvebirê Giştî yê SOMOyê re biryara dabînkirina pêwistiyên darayî û teknîkî hatiye dayîn da ku hinardekirina nefta Herema Kurdistanê zûtirîn dem destpê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê dubare kir û dazanîn ku rawestandina hinardekirina petrolê, bûye sedema zirara bi milyaran dolaran li xezîneya giştî û divê hinardekirin di zûtirîn dem de dest pê bike. Her di vî warî de jî, Wezîrê Samanên Sirûtî erkdar kir ku hevahengiya temam bi şanda Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal re bike ku biryar e çend rojan li Hewlêrê bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin