APIKUR: Bexda ji bo henartina nefta Kurdistanê gavên pêwîst nehavêje

24 March 2024 18:42 0 dîtin
APIKUR: Bexda ji bo henartina nefta Kurdistanê gavên pêwîst nehavêje

PeyamaKurd - Komeleya Pîşesaziya Neftê (APIKUR) ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Hikûmeta Iraqê ji bo henartina nefta Herêma Kurdistanê ya Kerkûk-Ceyhanê dest pê bike, ti gavên pêwîst nehavêtiye.

Di daxuyaniya APIKURê de hatiye bi bîrxistin ku salek bi ser rawestandina henartina nefta Herêma Kurdistanê re derbaz bûye û hatiye gotin ku vê yekê bandoreke neyînî li ser kompaniyên navneteweyî yên ku nefta Kurdistanê arasteyî bazara cîhanê dikin.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku rawestandina henartina neftê, ziyaneke bi milyar dolaran daye Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên neftê yên navneteweyî û wiha hatiye domandin: "Ji roja hatiye rawestandin heta niha ne APIKUR û ne jî kompaniyên endamên wê, ji hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo jinûve henartina neftê destpê bike çi pêşniyarek wergirtine.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku 8 kompaniyên endamên APIKURê, wê pabendî girêbestên xwe yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin û hatiye gotin ku "APIKUR, ji bo lihevkirin û jinûve destpêkirina henartina neftê ya bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê, ligel aliyên pêwendîdar danûstandinên xwe didomîne."

Berdevkê APIKUR'ê Myles Caggins jî di daxuyaniyê de gotiye: "Herçend rawestandina henartinê bidome, ewçend ziyan digihîje gelê Kurdistan û Iraqê. Tevî ku Hikûmeta Iraqê ragihandibû ku boriya neftê ya Kerkûk-Ceyhanê wê di Cotmeha 2023an de ji bo henartina neftê amade be jî, gavên pêwîst nehatin avêtin ku nefta Herêma Kurdistanê, ji bo frotinê arasteyî bazara cîhanê bibe."