APIKURDê ji bo frotina nefta Kurdistanê ji DYAyê daxwxaza alîkariyê kir
PeyamaKurd - Yekîtiya Pîşesaziya Neftê ya Kurdistanê (APIKUR) bang li Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir ku ji bo destpêkirina henardekirina nefta Herêma Kurdistanê piştevaniyê bike.
Di daxuyanîya ku derbarê mijarê de hat dayîn de hat destnîşankirin ku rawestandina henardekirina nefta Herêma Kurdistanê û ji alî hikûmeta navendî ya Iraqê ve neşandina para budceyê ya Herêma Kurdistanê, bûye gefek li ser rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê li Rojhelata Navîn yek ji gringtirîn hevpeymanê DYAyê ye û hate gotin ku DYAyê ji bo Herêma Kurdistanê 10 milyar dolar razemenî kiriye û ji ber vê yekê divê berjewendiyên xwe biparêze.
Di 25ê Adara 2023yan de, Dadgeha Lihevanînê ya Navneteweyî ya ku navenda wê li Parîsê ye, di derbarê henardekirina nefta Herêma Kurdistanê de biryara rawestandina henardekirina neftê ya bi ser bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dabû.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar di daxuyaniya xwe ya di 1ê Mijdara 2023yan de diyar kiribû ku ji Cotmeha 2023an vir ve lûleyên neftê ji bo henardekirinê amade bûne, lê belê henarde dest pê nekiriye û gotibû: “Di henardekirina neftê de ti pirsgirêkeke teknîkî tune ye, lê belê ji ber nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de henarde dest pê nekiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin