Serokê Herema Kurdistanê wê îro serdana Bexdayê bike
PeyamaKurd – Serokê Herema Kurdistanê wê îro serdana Bexdayê bike û bi çar serokatiyên Iraqê re bicive.
Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Avrêl 2023an serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike û wê beşdarî du merasîman bibe ku ew jî 42emîn salvegera damezrandina rêxistina Bedr û salvegera bird Mihemed Baqir Sedr in.
Herwiha hat zanîn, Nêçîrvan Barzanî wê di her du merasîman de gotaran pêşkêş bike ku yek di saet 10:00an de ye û ya din jî di saet 15:00an de ye.
Serokê Herema Kurdistanê wê li Bexdayê bi Serokwezirê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayiq Zeydan re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin